Kurdiska

Tu keç/jin î û şidet li te dibe? Dibe ku ledan li te bibe, gef li te bê xwarin, tahde li te bibe û tişten rûmetşkên ji te re bên gotin? Tu şîretan dixwazî? Tu alîkarîyê dixwazî? Tu dixwazî bi kesekê re bipeyivî ku bêyî hikumkirinê dikare bi rastî te fahm bike? Tu dixwazî bêyî ku tu bibêjî, bê tu kî yî, karibî bi kesekê re bipeyivî?

 

Systerjouren Somaya komeleyeke îdeel e ku stargeha jinan û stargeha keçan bi rê ve dibe. Em stargeha yekem û tikîtenê ne ku xwedîyên tecrûbeyên zêdeyî 10 salan û wê zanebûnê ne, bê gava mirov tûşî şidetê dibe û xwedîya paşbingeheke neswêdî be, çawa ye!

Stargeha jinan

"Ew porê min dikişîne – ma sûcê min e?"

"Ez ji wî hez dikim, lê ez nikarim bikim ku ew min hew biêşîne"

"Heger ez dev ji wî berdim – ma hingê ez ê karibim zarokên xwe bibînim?"

"Ez ditirsim ku ew min û zarokan bikuje – ma ez ê bi ku de herim?"

"Mêrê min min mecbûr dike ku ez bi wî re razêm – ma ev tecawiz e?"

"Mêrê min li min dide, lê heger ez dev ji wî berdim, ma destûra min a rûniştinê dê ji destê min biçe?"

"Ew pereyên min dibe"

 

Heger tu an keseke ku nas dikî tûşî şideta fîzîkî an jî ya psîkolojîk bibe, tu dikarî telefonî vê derê bikî. Ji bo ku tu karibî dewam bikî, em ê guhdarîya te bikin, ji te bawer bikin û şîret, piştgirî û alîkarîyê pêşkêşî te bikin.

 

Em dikarin di warê maf û îmkanên te de, te agahdar bikin û ji bo şêwirdarên din, avûkatên baş an jî ji bo tiştên din yên tu alîkarîyê dixwazî, em dikarin agahdarîyên praktîk jî bidin te.

 

Di pêwendîyên te de yên li gel polîs, avûkat, lênêrîna nexweşan û meqamên resmî, em dikarin tercimanî, werger û tiştên din yên praktîk pêşkêşî te bikin.

 

Em li gor tiştê tu dixwazî piştgirîya te didin te û em alîkarîya xwealîkarîyê dikin. Em dikarin maleke parastî jî bidin te. Erka me ya sirveşartinê heye û tiştek neqil nabe. Heger tu bixwazî, tu dikarî anonîm bî.

 

020 - 81 82 83 numare belaş e û di fatûreya telefonê de xuya nabe.
kvinnojouren@somaya.se

Stargeha keçan

"Ez nikarim dostên xwe bibînim – malbata min dibêje ku tesîra wan a neçê li min heye."

"Ez nikarim kincên ku ez dixwazim li xwe bikim."

"Divê ez li navê malbatê bifikirim – loma ez evîna xwe vedişêrim."

"Ez nikarim bi yê ku ez jê hez dikim re bizewicim, ez mecbûr im ku bi kesekî re bizewicim ku malbata min ew hilbijartiye."

"Birayê min hertim telefona min a destan kontrol dike."

"Ez tûşî tecawizê bûme – lê ez newêrim ji kesî re bibêjim, herkes dê bibêje sûcê min e."

"Malbata min dibêje ku divê şeva dawetê de xwîn ji min bê."

"Heger ez bizewicim, ez bawer dikim ku ez ê ji bo biryardana li ser jîyana xwe azad bibim."

 

Tu keça di binîya 26 salan de yî?

 

Pêwîstîya te bi yekê heye ku tu pê re bipeyivî? Tu his dikî ku neheqî li te dibe? Tu ji malbata xwe hez dikî, lê du hurmetê jî dixwazî.
Dibe ku tu bi yekî ku bêdilî xwe re mecbûrî zewacê bibî? Dibe ku tu nikaribî jîyana ku tu dixwazî bijî? Tu nikaribî hevalên xwe bibînî an jî beşdarî çalakîyên dema vala bibî.

 

Em yên ku li Stargeha keçan ya Somayayê ne, bêyî hikumkirin û sûcdarkirinê guhdarîya te dikin.
Ji bo me tu fikir an jî tu pirs ne piçûk û ne jî mezin in.

 

Em dikarin bi gelek zimanan şîretan li te bikin
Em bi taybetî ji bo te hene, ya ku dukulturîyê de dijî
Tu dikarî ji me re maîl bişînî, telefonê bikî an jî me ziyaret bikî
Ji bo plankirina ewleyîya te, em dikarin alîkarîya te bikin

 

Wekî din jî me bi sedan keç parastine ku ji ber tehdît û şidetê mecbûrî revê mane.

 

Ev heqê te ye ku tu wek mirov bi rêzdarî û azadî jîyanekê bijî

 

020 81 82 83 numare belaş e û di fatûreya telefonê de xuya nabe.
tjejjouren@somaya.se